Ji Ezmana Kurdistanê Stêrikek Herikî-Ebdulxaliq Sersam Çû ber dilovanîya xwe..

Ebdulxaliq Sersam

Min Kak Ebdulxaliq berê ses mehan naskir. Di deme kî kinda em bûn hevalê hev û dû. Roj bi roj min dit kû ew deryakî çi tewire..

- Kesayetîya Abdulxalik kesayetîkî neteweyî bu? Belê!

- Rewsenbîr bû? Belê.. Ji yên heri pes..

- Nivîskar bû? Ji yên herî rastiqîn.. Malzemeyê pirtukên xwe ji xaka Kurdistanê digirt. Wek Arkeolog kî dixebitî.. Her tistên dirokî kû dît, di gerrîya sebebê bermayîyan.. Di warê Selah ed din Eyyubî da zanîna Pisporên Xerbîyan ji pûç derxist.. Herweha li Qizqapanê ji hema tewrî nisan da.

- Insan bû? Belê! Ji ilimdarên (zanayên) kû min nas kir herî pês Kak Sersam bû.

Kak Abdulxaliq dema koçkirina xwe da 62 salî bû. Bavê wî melle bû. Demekî Li mintiqa Barzan mallatî kir. Abdulxaliq di zaroktîya xwe da Barzaniyan nas kir. Beyna Barzaniyan da bawerîyên cuda dit û li ser sekinî..

Demkî kin Pêsmergetî kir. Salên dawî da ew li gel malbata xwe di Bexayê da ma bu. Pisti serihildanan zivirî Kurdistanê. Li Wezareta Rewsenbîrîyê da wek sewirmendê Wezîr Kakeyî di xebitî.

Kak Ebdulxaliq parêzgerê bermayîyên Kurdistanê bu. Carna xwedî cuzdanên qalin dikxastin kû li ciyên dirokî da Kosk çebikin. Lê Sersam timî bersîngê wan digirt. Ne dihist kû kes zerar bide bermayîyên dirokî. Dijî cehaletê servan kî bi biryar bu..

Ger kû min Ebdilxaliq nas ne kiribû minê pirr tistan wenda kiriba. Anha ser projeyek berfireh dixebitim. Ezê naveroka projeyê nebêjim. Lê ger kû min Ebdilxaliq nas nekiriba proje we ji gelek tistan mehrum bûma. Anha warê zanînê da ez li ciyekî bilindtir xebatê xwe dimesînim. Keda Sersam li vî warîda pirr zêdeye..

Sipas Ebdilxaliq! Meqame te bira bihista Asayê be! Ango baweriyê te çiye bira maqamê te bihista wê baweriyê be..

2008-12-04

Asavan Sirac Kekuyon




Gorusunuz