Serokê Ebedî Mistefa Barzanî
Serokê Ebedî Mistefa Barzanî, 29 sal berê çûye nav Kervana Nemirdan.. Ji 9 salîya xwe hetta 1 Mart 1979 Ji bo çeng kî Welatêkî Azad li her cîda têkoşîn daye. Têkoşerekî bê hempa bu. Timmî pêşîya Peşmergeyên Qereman dimeşiya.
         
         Ezê pirr dirêj nekim. bi gotina Helbestvanên me Nivîsê biqedînim:
         
         I
         Ber li şorîşê Berzanî
         Kes be Kurdî nedizanî
         Ew Kurdî be dinya nasand
         Hawarî be dinya gerand
         HEJAR
         
         II
         Raperî Kawayekî wuryatir
         Mezinî ev Kurde kake Barzanî
         Kate halîbû naliber zanî
         Rabû, rasa pisandî zîncîrî
         Girtî rey rastî bab û bapîrî
         HEMİN
         
         III
         Ordu ordu ÅŸikandin
         Hezar çember qetandin
         Mîna birûsk û ewran
         Li her cî, li her deran
         Diçirisê dibe deng
         Mîna dawet diçe ceng
         Sînoran diçirînê
         Ordûyan didirînê
         QEDRİ CAN
         
         IV
         Ararat û Aras!
         Hevdû ramîsin, wek çakûç û das...
         Çemê Reş, Zap, Hilat; Dîcle û Ferad...
         Biherikin, bibezin, mizgînê bidin bêjin:
         Dengê felat, şêrê welat
         Hewara me BARZANİ hat!...
         RÛGEŞ
         
         V
         "Rayeta Nesra Mûbîn" tim di emrê hêza te bin.
         "Ayetên Feth û Nesir" herdem ji Barzana te bin...
         Sor û Lor û Gor û Kurmanc tim leşkerên hêza te bin,
         Sedî wek Îdrîs û Mesûd tim di rêzana te bin....
         Piştî Kurdîstan xelaskî qublegahê şaîran,
         Sed Cîgerxwîn û Hêjar demsazên dîvana te bin
         
         CEGERXWİN
         
         (Ji dema nu)
         
         Sirac Kekuyon (Bilgin)
         
          
2007-03-01
Gorusunuz